
Nêzî 150 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de heftemîn roja kombûn û mangirtina nerizayetî ya ajotvan û xwediyên maşînên barhigir berdewam e û li çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ajotvanên maşînên barhilgir, tevlî vê nerizayetiyê bûne.
Li bajarên wek Bokan, Merîwan, Kirmaşan, Qurve, giyelan, Şaabad, Qesrê Şîrîn û çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê de veguhastin sekniye û heta li xala sînoriya “Perwîzxan” li bajarê Qesrê Şîrînê de wêzgeha xala sînorî bi tevavî betal bûye û ti barhirgirek li wir kar nake.
Herwisa wezrêran û mamostyanan jî piştevanî li nerizayetiya rewa ya wan ajotvanan kirine û herwisa sendîkaya ajotvanên barhirgiran li vê derheqê de daxuyaniyek belav kiriye û tevî banghêjî bo beşdariya hemû ajotvanan, pêdegirî li ser berdewamiya wan nerizayetiyane kiriye û raghandine ku heta hemû daxwaziyên wan neyêne cîbicîkirin, dest ji mangirtina xwe bernadin.
Li piraniya rêyên Îranê de barhirgir nayêne dîtin û karê veguhastinê sekiniye.
Rêjîma Îranê heta niha bilî tundûtîjiyê, ti bersivek nedaye wan ajotvanên mafxwaz û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî tundîtîjtir digel ajotvana reftar kiriye.
Rêjîm ji vê hindê ditirse ku ev mangirtî bibe destpêka serhildan bo sernixûniya deshilata dîktator li Îranê de.