Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, berdewm e

11:18 - 29 Gulan 2025

Li bedewamiya bidarvekirina girtiyan ji aliyê rêjîmê ve, çendîn girtiyên din li girtêgehên rêjîmê li bajarên “Tehran, Kerec, Dizfûl û Kirman”ê de hatine bidarvekirin.

Roja Çarşemî 7ê Cozerdanê, Pêdram Medenî, , ku pêştir bi tohmeta sixurîkirin bo Îsraîlê sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtêgeha rêjîmê li bajarê Têhranê de hate bidarvekirin.

Li roja 5ê Cozerdanê jî 2 girtiyên din ên bi navên “Riza Ebdulî û Elîekber Mîrzayî” welatiyên Lur, li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Dizfûl û Ehwaz”ê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li roja 4ê Cozerdanê, girtiyekî Azerî yê bi navê “Yaşar Ceiferî” û 3 girtiyên Kurd ên bi navên “Rehîm Emîrî û Emîr Îbrahîmî yên xelkê bajarê Hersînê ser bi bajarê Kirmaşanê û Ferman kûşekî yê xelkê bajarê Kûhdeşt”ê li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê, biddarvekirina girtiyan û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo çavtirsandina zêdetir a xelkê bi taybet netewên bê mafe wek Kurd û Belûç bikar tîne.