
Dezgeha dad a rêjîmê sizaya girtîgehê bi ser 3 ajotvanên kamiyonan, çalakvanekî jîngehparêz û girtiyekê berê yê siyasî de sepandine.
Pêka raporên belavbûyî “Behram Mecdiyê Derd” ê xelkê gundê “Rajan”ê girêdayî bi bajarê Urmiyê ji aliyê taya 6 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê bi dadweriya “Necefzade” bi tohemta “propagande li dijî rêjîmê û hevkarî digel Hizbek Kurdî ya dijberî rêjîmê” 6 sal û 8 heyv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
“Behram Mecdiyê Ferd” li 1ê Gelawêja sala 1403, hatibû binçavkirin û piştî 10 heyv lêpirsîn û îşkence kirinê, li 29ê Banemra 1404 a Rojî, bi danîna barimtê ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Herwisa “Jiyan Mîrî”, çalakvanê jîngehparêz ê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê de bi tohmeta “hevkarî digel Hizbek Kurdî ya dijberî rêjîmê” salek girtîgeh û 50 milyon Tumen sizaya nexdî, bi ser de hatiye sepandin.
Herwisa dadgeha rêjêmê li bajarê Sinê, heyvek girtîgeha demkê bi ser 3 ajotvanên nerazî yên bi navên “”Sidîq Mihemedî, Kawe Muradiyan û Rizgar Muradî” xelkê bajarê Sinê de sepandiye.