
Rêjîma Îranê li kiryareke nemirovane de kevir û kêlên gora Kiyanê Pîrfelek ê Şehîdê temen 9 salî û herwisa dapîra wî li goristana bajarê Îzê li parêzgeha Xûzistanê de şikandine.
Rêjîma Îranê li berdewamiya hewlên xwe bo jinavbirina yad û gora Şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, vê carê jî gora Kiyan Pîrfelek, şehîdê temen 9 salî li bajarê Îzê ser bi parêzgeha Xûzistanê kirine armanca hovitiya xwe û kewir û kêlên wî şehîdî şikandine.
Herwisa kewirên gora dapîra Şehîd kiyan jî li tenîşta gora wî hatine şikandin.
Rêjîma Îranê pêştir jî gora şehîdên wek “Nîka Şakeremî, Hemîdriza Rûhî û çendîn şehîdên din ên şoreşa Jînayê, şikandine.
Mahmonîr Molayîrad, dayîka şehîd Kiyan Pîrfelek li vê derheqê de gotiye ku piştî axaftinên min li derheq teqîna li bajarê Bender Ebasê û ragihandina hevxwmiya min digel qurbaniyên vê teqînî, rêjîma Îranê ew kiryara hovane encam daye, rêjîma Îranê ne rehmê bi zarokan dike ni bi kewirê gora wan.
Kiayn Pîrfelek ê temen 9 salî li bajarê Îzê de ji aliyê hêzên hov ên rêjêmê ve bi gulleyên şer hate şehîdkirin.