Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasiyê Kurd piştî 18 salan, hêj li girtîgehê de ji hemû mafekê bêpar e

11:28 - 29 Gulan 2025

Kemal Şerîfî, rojnamevan û girtiyê siyasiyê kurd ku heyamê 18 salan e li girtîgeha rêjîmê de li rewşeke herî dijwar de dijî, ji destpêka binçavkirina wî, ji sala 1387 a rojî ve heta niha ji hemû mafên mirovî hatiye bêparkirin û niha bi sedema rewşa xirab a tendirustiya wî, gef li ser canê wî girtiyê siyasiyê Kurd heye.

Kemal Şerîfî, jidayîkbûyê sala 1351 a Rojî li bajarê Seqizê, ku li sala 1368 heta 1369ê bi sedema çalakiyên siyasî, heyama 2 salan hatibû binçavkirin, li sala 1387 a rojî de ji aliyê itilata rêjîmê ve careke din hate binçavkirin û bi tohmeta “muharibe bi rêya endametî li Hizbeke Kurdî ya dijberî rêjîmê” 30 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Mînabê bi ser de hate sepandin.

Kemal Şerîfî, li dadgehek şanoyî ya 5 xulekî bi dadweriya “Şayiq” bê derfeta axaftinê hatibû dadigehîkirin.

Navbirî zêdetir ji 6 heyvan li girtîgehên îtilaata rêjîmê de rastî hovanetirîn îşkencehyan hatiye û rewşa xirab a terndirûstiya wî, bûye gefeke metirsîdar li ser canê wî girtiyê siyasiyê Kurd.