
Pêka raporên belavbûyî roja Duşemî 5ê Cozerdanê, 2 xwîşk ên bi navên “Reina û Rojan Xûran” û herwisa xalê wan ê bi navê “Celal Feruxî” yên xelkê bajaroka “Zêwe” ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên itilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.
Hêzên hov ên itilaata rêjîmê li demjimêrên şevê de êrîş kiribûne ser mala wan welatiyên Kurd, bi awayekî hovane binçav kirine, ew welatiyane pêştir bi sedema beşdarîkirina li rêûresma Newrozê li bajarê Urmiyê, hatibûne binçavkirin.
Herwisa li bajarê Kirmaşanê de jî, çalakvanê warê zimanê Kurdî “Muslim Zarêî” yê birayê “Mehsa Zarêî” ya çalakvana warê mafê jinan ji aliyê îtilata rêjîmê ve, bi awayê xoserane hatiye girtin.
Li bajarê Seqizê de hêzên itilaata spaha pasdaran a terorîst, 4 çalakvanên medenî, yên bi navên “Hîwa Ehmedî, Mihemed Zebîhî, Soran Soltanî û Rehîm Qudretî”, xelkê bajarê Seqizê, bi tundîtîjî û tirsandina malbatên wan, binçav kirin.
Herwisa li bajarê Şaabadê de “Şehab Darabî”, Bilagêr û ajotvanê kamiyonê ku bi navê “Yûzê Asiya” jî tê naskirin, bi sedema tevlîbûna wî bi mangirtina ajotvanên kamiyonan û herwisa piştevanîkirin li wan li peyca xwe ya “Instagram”ê de, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate girtin û 2 rûpelên wî yên “Instagram”ê jî daxistin.