Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnivîsa Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li dijî rêjîma Îranê hate amdekirin

12:01 - 31 Gulan 2025

Amerîka û Troîkaya Ewropa, bo bi tawanbarnasandina rêjîmê Îranê li binpêkirina sozên parastin ji berfirehtirkirina çekên navkî, pêşnivîsek amade kirine ku bo Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bişîne.

Pêka rapora Reutersê, Troîkaya Ewropa anku “Birîtaniya Firanse û Alman” bi hevkariya Amerîkayê li derheq beranmeya navkî ya rêjîma Îranê û bo bi tawanbarnasandina rêjîmê Îranê bi sedema binpêkirina erkên parastin ji berfirehtirkirina çekên navkî, pêşnivîsek amade kirine ku bo Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bişîne.

Tevî ku naveroka vê reşnivîsê hêj bi serastî nehatiye zanîn lê rêjîma Îranê bi sedeama bi cihneanîna erkên xwe û binpêkirina xalên parastin ji berfirehtirkirina çekên navkî, dê li Şêwreya Hulkam de wek tawanbar û neguncaw bê naskirin ku rasterast mikanîşma maşê dê li pey xwe bîne.

Li vê derheqê de berpirsekî Ewropayê tevî îşarekirin bi rapora bê ya “Rafael Grossi”, birêvebrê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê bi eşkere ragihand: “em hivî dikin ku li vê rapora giştî de bi awayek tund li hember rêjîmê Îranê bisekinin, lê pêştir jî em her li ser vê bawerê bûn ku rêjîma Îranê pêbendê soz û erkên xwe nabe û ti gumanek jî li ser vê mijarê nebû”.

Piştî derbasbûna zêdetir ji 20 salan ji bernameya navkî ya rêjîmê, Amerîka û Troîkaya Ewropayê, gihîştine vê encamê ku rêjîma Îranê rêjîmek çewtekar e û pêbendê ti sozeke wajokiriya xwe li girêbesta navkî de nebûye.