Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn û xwenîşandanên nerizayetiya ajotvanan li Kurdistan û Îranê de berdewm in

12:19 - 31 Gulan 2025

Li nehemîn roja mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan, li zêdetir ji 160 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çone û piştevanîkirin li wan kombûnan berdewam in.

Tevê ku rêjîmê heta niha zêdetir ji 20 ajotvan û xwediyê Kamiyonan bi awayekî hovane binçav kirine û hinek ji wan neçar bi îtirafkirnia bi zorê li ragihandinan de kirine, lê xwenîşandan û kombûnên nerizayetî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de micidtir û berfirehtir dibe.

Ji aliyeke din ve çendîn sendikayên pîşeyî yên seranserî wek sendîkaya mamostayan û sendîkayên kedkarî li sernaserê Îranê û herwisa sendîkayên pîşeyiyên din ên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û herwisa kesaktiyên cur bi cur ji kedkar heta girtiyên siyasî û medenî û girûp û aliyên siyasî û medenî, piştevanîkirina tevav a xwe li vê mangirtina rewa ya mafxwazaneya ajotvan û xwdiyên kamiyonan ragihandine.

Herwisa Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, piştevaniya xwe ya tevav li vê mangirtina rewa û xebata medenî ragihandiye û hivîdar e ku sendîka û girûpên din ên civakê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wan ajotvanan bi tenê nehêlin û piştevaniyê li wan bikin.

Ji aliyê din ve li xalên sînorî yên fermî, li nav bajar û li navbera bajaran, karê veguhastinê sekiniye.

Herwisa bilî bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li çandîn bajarên din ên Îranê de hêzên tepeserker û ewlehî yên rêjîmê bi awayekî hovane, êrîş kirine ser mangirtina aşitîxwane û rewa ya ajotvan û xwediyê kamiyonan û tundûtîjî qewimîne û mangirtiyên nerazî jî bersiva wan êrîşan dane.

Rêjîmê heta niha bersiva daxwaziyên rewa yên wan neraziyan nedaye û kombûnên nerizayetî bûye dengê bêzariya pengurî ya xelkê ji vê rêjîma xoser û sitemkar.