
Heyva sor, karê lipeyketin û geriyan li pey termên kuştiyan ên teqîna li wêzgeha Recayî bi dawî aniye, ew yek li halekê de ye ku dehan kes hêj bêsrûşûn in.
Li rewşekê de ku dehan kes ji kedkar û kesên li wêzgeha Recayî ya bajarê Bender Ebasê de bê serûşûn in û malbatên wan li pey peydakirina wan kevtine, Heyva sor ya parêzgeha Hormozganê bi fermî dawîhatina karê xwe ragihand, vê yekê nerizayetiya hejmareke zêde ji xelkê ku kesên wan li vê teqênê de bêserûşûn bûne, li pey xwe anî.
Heyva sor li 13ê Banemerê hemû kar û lipeyketinên bo peydakirina termên mayî jêr kawil û kantînerên şewitî bi dawî anî, pêka dawî zanyariyan hejmarek ji kedkarên neyasayî yên Belûç ku amara wan bi serastî nehatiye zanîn hêj bê serûşûnin û herwisa hejmarek ji ajotvanên kamiyonan ku li dema teqînê deli wir bûne amara wan bi serastî nehatiye zanîn ku hêj hejmarek ji wan bêserûşûn in.
Malbatên wan kesên bêserûşûnbûyî li vê derheqê de nerizayetiya xwe dane xuya lê heta niha ti berpirsekî rêjîmê bersiva wan nedaye û zêdetir hewlê didin ku karê veguhastina deryayî ku hatibû sekinandin bi lezgînî bi rê ve here û ti girîngiyek bi xelkê nedane.