Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê welatiyek binçav kir

12:18 - 4 Gulan 2025

Îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê de welatiyek bi hêceta vê yekê ku mêvanên reûresma daweta kurê wî bi kincên kurdî yên xakî beşdarî kiribûn binçav kir û bo ciheke nexuya veguhast.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Şemî 13ê Banemera 1404 a Rojî, îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, welatiyek ê bi navê “Îbrahîm Merdanî” yê xelkê bajarê Bokanê, ku beşdarbûyên rêûresma daweta kurî wî de bi kincên Kurdî yên xakî beşdarî kiribûn, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka vê raporê sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd, birêveçona vê rêûresmê bi kincên Kurdî yên xakî bûye ku beşdarbûyên rêûresmê li xwe kiribûn.

Herwisa hêzên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî û bi awayekî xoserane ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Heta belavbûna wî nûçeyê, cihê ragirtina wî welatiyê Kurd, nehatiye zanîn.