
Roja Şemî 13ê Banemerê, kombûna Înternasyonal Sosyalîst bo pêkanîna komîteya Kurdan bi beşdariya çenîdn hizb û aliyên siyasî, li bajarê Silêmaniyê bi rê ve ço..
Heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Desteya Kargêrî ya Hizbê, li vê kombûnê de beşdar bû.
Hizb û aliyên siyasî yên ku li vê kombûnê de beşdar bûn ev in: “Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Yekîtiya Dêmokrat, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Partiya Yeksanî û Demokrata Gelan, Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistanê, Komeleya Şûreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komele ya Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîst a Îranê”.
Li vê kombûnê de bi pevre, biryar li ser çalakkirina komîteya Kurdan li çarşoveya rêkxirava Înternasyonal Sosyalîst, bi amadebûna hevrêyên vê rêkxiravê hate dan ku ji wan kesan pêk hatibû:
Şantal Kambîwa: Rêkxera cîhanî ya rêkxirava Înternasyonal Sosyalîst
Îro Haynaloma: Berpirsa Komîteya SÎFAK
Paolîna Lammps: Berpirsa Komîteya ÎTÎK
Hana Celûl: Endama Parmelana Ewropayê- Cihgira Berpirsê Pêwendiyên Derve ya Ewropayê.
Li vê kombûnê de Hizbên Kurdistanî bi tevahiya dengan, tekezî li ser cîbicîkirina karê hewce bo parastina mafê netewî yê gelê Kurd û geşedan bi proseya aşitî, dêmokrasî, vekhevî û parêzvanîkirin li yekgotariya netewa Kurd li nav çarşoveya kar û pirensîpên Înternasyonal Sosyalîst de Kirin.
Hevdem biryar li ser giringîdan bi mafên siyasî yên gel û netewa me hate dan.
Li beşeke vê kombûnê de bi hûrî gotûbêj li ser rênimûnî û şêwaza çalakkirina komîteya Kurdî hate kirin û biryar li ser hate dan.
Li vê kombûnê de biryar hate dan ku bo diyarîkirina cih û dema hêja bo lîdarxistin a çarçoveya konferans a komîteya Kurdî ku li kintirîn demê de karê micid li ser bê kirin.