
Ji destpêka heyva banemerê ve rêjîmê zêdetir ji 48 girtî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirin û li 10ê Banemerê de jî zêdetir ji 12 girtiyan li girtîgeha Qizilhisarê li bajarê Kerecê, girtîgeha Sipêdar li bajarê Ehwazê û Wekîlabad li bajarê Meşhedê, bidar vekirin.
Pêka raporên belavbûyî roja Çarşwemî 10ê Banemera 1404 a Rojî, “Muhsîn Lengernişîn, Esxer Wetenperest, Hemîd Fazilî û girtiyekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, “Mihemednebî Zîrkar û girtiyekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn” li girtîgeha Sipîdar a rêjîmê li bajarê Ehwazê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Ebdulxefar Berahûyî (Liceyî), Perwîz Destkale naskirî bi Nûredîn Liceyî, Ebdulsemed Gurgîc (Rîgî), Mehdî Ezîzî, Cawîd Gulebeçe û girtiyekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û herwisa birêvebirina vê sizaya sepandî, wek alavek bo tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi kar tîne.