
Ji aliyê rêjîma Îranê ve bi awayekî berfireh, kamêrayên çavdêrî li tax, şeqam û kolanên bajarê Pîranşarê de hatine danîn ku bikare rewşa ewlehî ya sepandî bi ser wî bajarî de tundir bike.
Pêka raporên belavbûyî, li wan heftiyên dawiyê de rêjîma Îranê bi awayekî berfireh kamêrayên çavdêrî li “tax, şeqam û kolan”ên bajarê Pîranşarê de danîne û armanca rêjîmê ji danîna vê sîstema çavdêriya bi hevgirêdayî, kontrol û çavdêriya zêdetir bi ser xelkê wî bajarê de ye.
Rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de ji her bizivîn û heta kombûneke aştîxwazaneya xelkê, gelek ditirse, lewma dixwaze kontrol û çavdêrî bi ser xelkê de zêdetir bike ku bi awayek rêgirî ji xwenîşandan an kombûnên aşîtixwazaneyên xelkê bike.
Rêjîma Îranê bi tepeseriya hovane û zêdetir û bi milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê, nekariye rêgîrî ji îradeya xelkê bike.
Pêka gotina piraniya çalakvanan, danîna berfireh a kamêrayên çavdêrî, nîşaneyeke eşkere ji tirsa kûr a rêjîmê ji xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de ye û bi kontrol û çavdêriya zêdetir jî heta niha nekariye rêgirî ji îradeya xelkê bike, her wek li Newroza Xakîpoşan de bi eşkere hate dîtin ku rêjîma Îranê tevî hemû pîlan û îdiayên xwe, li hember îradeya xelkê de, bi awayekî serşorane, bi giranî şikest xwar.