
Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku bi cihê bersivdan û êrîş bo ser Hûsiyan, dê vê bersiv û êrîşê bo ser rêjîma Îranê bike û bi tekezî ragihand ku li çendîn qonaxan de dê rêjîma Îranê bike armanc.
“Binyamîn Netanyaho”, Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku êrîşa mûşekiya Hûsiyan bo ser firokexaneya bajarê Têlavîvê, ji axa Îranê ve hatiye kirin û êrîşên Hûsiyan ji aliyê rêjîma Îranê ve têne rênimînîkirin.
Herwisa “Binyamîn Netanyaho” tevî binavkirina Hûsiyan bi “terorîstên rêjîma Îranê”, tekezî kir ku dê bi gelek dijwarî bersivê bi vê êrîşa Hûsiyan bide û dê rêjîma Îranê bike armanc.
Navbirî ragihand: “Em dê li çendîn qonaxan de vê bersivê bi rêjîma Îranê û Hûsiyan bidi û em dê çendîn derbên giran bi wan bidin”.
Ji aliyê din ve “Îsraîl Kats” ê Wezîrê Berevanbiya Îsraîl ragihand: “Em dê bersiveke gelek tund bi vê êrîşa mûşekiya Hûsiyan bidin û berwisa bersiva her êrîşeke bi ser me dê çendîn qat dijwartir be”.
Li êrîşa bo ser firokexaneya Têlavîvê de 6 rêwîng bi sivikî birîndar bûn.
Hûsiyên Yemenêî ragihandine ku ev êrîşa bi rêya mûşekek hayper sonîk hatiye kirin.