
Hejmara 493 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat li peyamekê de li derheq teqînên Bender Ebasê radigehîne: Siyasetên şaş û bikêrnahtiya komara îslamî, canê xelkê û mafê jiyana wan kiriye armanc.
Rûpela 2 yê de - Peyama hevxemiya Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilêkefta koça dawî ya Papayê Vatîkanê, û herwisa Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Banemer, roja Xwendekarê Kurd dikevne ber çavê xwênerên hêja.
Rûpela 3 – gotara - Aliyên dîrokî, exlaqî û felsefî di serhildana şoreşgerî ya 1346 û 47’an li Rojhilatê Kurdistanê de, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpelên 4 – Beşa 2 a gotara - Desthilat û îdeolojiya zimanî li daxuyaniya bi gef a 800 êlîtên Îranî de, ji nivîsa Dr. Rehîm Sorxî.
Rûpelên 5 – gotara - Bikaranîna blagêran ji aliyê rêjîmê bo asayîkirina rewşa dagîrkarî
li Kurdistanê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêrana Bêhzad Simko.
Rûpela 6 – Beşa 2 a gotara - Tenê rêya aramiyê pêkvejiyan e, ji nivîsa Ûrarto Dilşîn.
Rûpela 7 - gotara - Qeyrana “nasnameya niştimanî” li qonaxa nûgihanî û ciwaniyê de li nav gelên dagîrbûyî de, ji nivîsa Rojan Sofîzade.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – Beşa 2 a Gotarekê li jêr navê - Kurdên Dumilî (Yarsanî-Elewî) kengî û çawa ji Êzdatiyê qut bûne, ji nivîsa Kemal Tolan, hatiye weşandin.
Rûpela 9 - gotara - Qurbanîkirinan welatiyên medenî bo peçavtina şikestên Spaha Pasdaran, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 10 – gotara - Konferansê Qamişlo û giringiya parastina yekrêziya kurdî, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “Bi Soza Xwe re Li Dijî Gel Sadiq in” ku temsîla siyaseyên şaş û çepele rêjîmê ku tenê xelk dibe qurbanî, Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.