Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatî girtin û siza bi ser 2 mamostayên olî de sepandin

11:30 - 6 Gulan 2025

Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, 2 welatiyên Kurd girtin û bo ciheke nexuya veguhastin, herwisa ji aliyê dadgeha taybet a olî ya rêjîmê ve siza girtêgeha ragirtî û nexdî bi ser 2 mamostayên Kurd ên xelkê bajarê Serdeştê de hatiye sepandin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên îtiaalat rêjîmê li bajarê Bokanê, bi awayê xosearne û bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser dukana welatiyekî xelkê gundê “Goyktepê” yê bi navê “Mûsa Yadyar” û digel birayê wî yê bi navê Hemze Yadyar” bi awayekî tundûtîj, ew 2 bira binaçav kirine û mala wan wî vekolîne.

Wan 2 birayan li rêûresma dawetekê de li bajarê Bokanê, bi kincên Kurdî yên xakî û axabaniyan beşdarî kirbûn.

Heta niha cihê ragirtina wan 2 welatiayan û qedera wan bi nerohnî maye.

Ji aliyê din ve dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, 2 sal girtîgeha ragirtî û 20 milyon Tumen sizaya nexdî bi ser mamosta Dr. “Selam Mehmûdiyan” ê pêşnivêjê gundê “Bêwurana xwarê” û mamosta “Hesen Xizrî”, pêşnivêjê gundê “Bêwurana Serî” ser bi bajarê Serdeştê, de sepandine.

Ew 2 mamostayên Kurd bi sedema piştevanîkirina wan li tevgera “Jîna”yê û malbatên şehîdên vê tevgerê û nerizayetiya wan li hember kuştina kolberan, çendîn caran rastî, givaş, gazîkirina wan bo îdarên ewlehiyê û lêpirsînên navendên îtilaatî yên rêjîmê hatine.