
Rêjîma Îranê tevî sansorkirina amara serrast a kuştî û bêserûşûnbûyên li teqîna wêzgeha Recayî, li bajarê Bender Ebasê îdia kir ku li vê teqînê de li navbera 3 heta 5 milyard Dolar xisara hebûye.
“Mihemedmuhsên Sedir” ê Berpirsê saziya teknolojiya zanyariyan a rêjîmê Îranê îdia kiriye ku xisara malî ya teqîna li wêzgeha Recayî ya li bajarê Bender Ebasê de li navbera 3 heta 5 milyon Dolar e û sedema vê teqînê bi nebûna zanyariyan li derheq şêwaza anîn û qasa hawirdeyê ve girê daye.
Pêka dawî zanyariyên belavbûyî, şewata mûşekên balistîkî yên rêjîma Îranê sedema vê teqînê bûye ku ji çend heyvan berî niha ve bi rêya 2 gemiyan ji Çînê ve bo wêzgeha Recayî, hatibû vegihastin û bê belgeya çavdêrî û barnameya taybet li nav alav û tiştên ticarî yên xelkê de hatibûne veşartin û cihê paşkevtkirina wan jî ji aliyê spaha pasdaran ve dihate kontrolkirin.
Dadgeha rêjîmî li parêzgeha Hormozganê, bi belavkirina amareke çewt, rêjeya kuştiyan bi 46 kes û bêserûşûnbûyan 11 kes ragihand; Ew yeka li halekê de ye ku pêka gotina kedkarên vê wêzgehê, zêdetir ji 300 kes li vê teqînê de hatine kuştin û rêjeya bêserûşûnbûyan jî bi serastî hêj nehatiye zanîn.