
Piştî agirpêketinên cihê şik û gumanê li çendîn bajarên Îranê, rêjîm hewla bi asayînîşandana wan agirpêketinan daye û li dawî agirpêketinê de li enbarek li tûnelên mûşekiya spaha pasdaran a terorîst de li bajarê Kazirûnê de agirpêketiun û teqîn, qewimî.
Pêka zanyariyên belqavbûyî, roja Duşemî 15ê Banemerê, li bajarê Kazirûn ser bi parêzgeha Fars, agirpêketin û teqîneke mezin bintara çiya û li enbara cebilxane ya tîpa tekawer a îmam Secad ku binkeyeke mezin a spaha pasdaran a terorîst e, qewimiye û pêka zaniyariyên belavbûyî, beşek zêde ji vê cebilxaneyê li tûnêleke mezin a li bintara çiya de bûye.
Di wan çend rojên wê dawiyê de, çendîn teqînên cihê şik û guman li bajarên, “Têhran Kerec, Qûm û Meşhed”ê de qewimîne ku li bajarên Qum û Meşhedê de 2 yekeyên pîşeyî ku yek ji wan şirketa berhemanîna motoran bûye, bi rêjeyeke gelek zêde şewitîne.
“Hemîdriza Kafîniya” yê berpirsê saziya temirandina agir li bajarê Meşhedê, tevî piştrastkirina vê agirpêketinê ragihand ku şirketa berhemanîna motoran bi sedema şewata berfirehî, gelek xisar pêketiye.
Tevî ku rêjîma Îranê ev agirpêketin bi agirpêketinên asayî û biçûk dane xuya , lê sedema wan agirpêketinên cihê şik û guman, bi serastî nehatiye zanîn û egera bizanebûn a qewimîna wan bûyeran heye.