Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê bi awayekî berfireh êrîş kire ser Hûsiyên Yemenê

11:36 - 6 Gulan 2025

Hêza Esmaniya Îsraîl bi hevahengî digel CENTCOMê, enbarên şewat û çendîn jêrxanên serbazî û aboriya Hûsiyan li bajarê qiraxaviya “Hodeyde”yê de kirine armanc û teqandin.

Artêşa Îsraîl li roja Dûşemî 15ê Banemerê, li berteka êrîşa mûşekiya Hûsiyan bo ser balafirxaneya “Bên Goriyon” li bajarê Têlavîvê, jêrxan, enbarên şewat û navendên serbazî yên Hûsiyan li bajarê Qiraxaviya “Hodeyde” kire armanc.

Pêka raporan, şirketeke berhemanîna bêtonê jî li nêzî bajarê Bacîlê li vê êrîşê de ji nav çoye û Îsraîlê jî ragihandiye ku bi 20 balafirên şerker bi avêtina 50 bomban, jêrxanên Husiyan kirine armanc.

Hûsiyên Yemenê gotine ku li vê êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 42 kes jî birîndar bûne, ji aliyê din ve ragihandinan belav kirine ku %70 a 5 vêzgehên veguhastina deryayî û herwisa enbar û beşa gumrikî, ji nav çûne, ku hemû cebilxane û alavên serbazî yên rêjîma Îranê bi rêya wan wêzgehan ve dihate veguhastin.

Pêka rapora Roetersê, wêzgehên deryayî û taxên “Elselxane û Elhewak” yên bajarê Hodeydeyê û şirketa bêton li nêzî bajarê Bacîlê de bûne armanc.