Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, sizaya dûrxistinê bi ser 3 girtiyên siyasiyên Kurd de cîbicî kir

11:38 - 6 Gulan 2025

Rêjîma Îranê 3 girtiyên siyasiye Kurd ku li dadgehên rêjîmê de sizayên giran ên girtîgeh û dûrxistinê bi ser wan de sepandibû, bo 3 girtîgehên din ên rêjîmê veguhastin.

Roja Yekşemî 14ê Banemerê, Wehîd Çawiran, Nasir Rizayî û Mihemedhusên Hasilî” her 3 girtiyên siyasiye Kurd ên xelkê bajarê Abdananê ser bi parêzgeha Îlamê ku li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibûne binçavkirin, bo girtîgehên rêjîmê li bajarên “Zahidan, Kirman û Meşhed”ê, hatine dûrxistin.

Dadgehên rêjîmê bi ser her yek ji wan girtiyên siyasiye Kurd de sizaya 12 sal girtîgeh û dûrxistinê sepandibû ku li 14ê Banemerê ew siza hate cîbicîkirin.

Ew 3 girtiyên siyasiye Kurd, ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê ve hatine veguhastin.

Dûrxistina girtiyan bi taybet girtiyên siyasî bo girtîgehên dûr ji cihê jiyana malbatên wan wek sizakirineke hundirî û alaveke givaşxistina sîstematîk bo ser çalakvanên medenî û siyasî û herwisa malbatên wan, tê bikaranîn.