Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji destpêka vê heyvê ve zêdetir ji 68 girtî bidar vekirine

12:10 - 6 Gulan 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, çendîn girtiyên din jî li girtîgehên rêjîmnê de hatine bidarvekirin û bi wî awayî, ji destpêka vê heyvê ve heta roja Dûşemî 15ê Banemerê, zêdetir ji 68 girtî ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin.

Roja Dûşemî 15ê Banemerê, “Emîrmihemed Tevekkulî” yê temen 32 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de hatiye bidarvekirin; Ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê ji destpêka vê heyvê ve heta roja Dûşemî 15ê Banemerê, zêdetir ji 68 girtî, anku her 6 demjirê girtiyek, li girtîgehên xwe li saranserê Îranê de bidar vekirine.

Li roja Yekşemî 14ê Banemerê, girtiyek ê bi navê “Sabir Elyasî” li girtîgeha “Çûbînder” a rêjîmê li bajarê Qezwênê û girtiyek ê bi navê  “Nayîb Belûçî” naskirî bi “Xanmihemed Ezbekzêhî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, hate bidarvekirin.

Li vê rojê de “Xûsro Saranî, Mehmûd Saranî Rexşanî, Yûsif Surûrweş Naroyî, Elîriza Lalozayî, Mucteba Lekzayî, Mûsa Şukûhî û Elî Nûrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Bîrcend”ê de bi awayê nihênî û bê hevdîtina dawî digel malbata wan, hatine bidarvekirin.

Tevahiya wan girtiyan li navbera 2 heta 3 salan berî niha hatibûne girtin.

Rêjîma Îranê wan bidarvekirinan wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê, bi taybet xelkê “Kurd û Belûç” bi kar tîne.