Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 7 şirket bi lîstê dorpêçên bo ser nefta Îranê zêde kirin

11:26 - 1 Gulan 2025

Amerêkayê 7 şirketên Îranî û biyanî bi sedema rola wan li ticareta berhemên Neftî û petrokîmiyên Îranê, li lîstê dorpêşên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi bavkirina daxuyaniyekê li roja Çarşemî, 10ê Banemera 1404 a Rojê de ragihand ku 7 şirketên Îranî û biyanî bi sedema rola wan li ticareta berhemên neftî û petrokîmiyên Îranê ku li “Îran, Tirkiye û Îmarat”ê de ne, li lîstê dorpêşên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Wezareta Xezînedariya Amerêkayê ew şirketane bi sedema beşdarêîkirina bi zanebûna wan li bazara kirîn, tomarkirin bi navê xwe, firotin, veguhastin an peydakirina bazarê bo berhemên neftî û pertokîmiya Îranê bi tawanbar nas kirine.

Pêka vê daxuyaniyê 4 ji wan şirketên firotina berhemên petrokîmiya Îranê û şirketeke din a bikirê wan berheman sedan milyon Dolar dahata neyasayî bo çalakiyên alozker ên rêjîma Îranê dabîn kiirne.

Herwisa şirketeke birêveberiya deryayî li lîstê dorpêça nû de tê dîtin ku bi rêya 2 gemiyan ku ew jî wek darayî dest bi ser de hatiye girtin, li vegihastina neyasayî ya berhemnên neftî û petrokîmiya Îranbê de rol hebûne.

Amerîkayê, roja pêştir jî 6 kes û damezraveyên li Îran û Çînê de bi sedema rola wan li dabînkirina madên destpêkî yên mûşekên balistîkî yên rêjîmê, xistine nav lîstê dorpêçan.