Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump soza belavkirina daxuyaniyeke gelek girîng da

10:47 - 7 Gulan 2025

Serkomarê Amerîkayê ragihand ku berî serdana Rojhilata Navîn dê daxuyaniyeke gelek girîng belav bike, ji aliyê din ve, “Steve Witkoff” ragihand ku peymana Îbrahîm dê li demek nêz de berfirehtir bibe, lê wan ti zanyariyeke zêdetir nedan.

Roja Sêşemî 16ê Banemerê, “Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê, ragihannd ku biryar daye serdana Rojhilata Navîn bike û berî vê serdanê, dê daxuyaniyeke gelek girîng belav bike û got: “Heta niha ti daxuyaniyek wiha girîng nedaye lê ez hêj ti basekê ji naveroka vê daxuyaniyê nakim lê daxuyaniyeke bi tevav erênî ye”.

Herwisa navbirî got: “Renge li roja Pêncşemî an Înê ya vê heftiyê an roja Dûşemî ya heftiya bê, vê daxuyaniyê belav bikim, lê ew daxuyanî berî serdana min bo Rojhilata Navîn dê belav bibe ku yek ji girîngtirîn daxuyaniyên wan çend salên dawiyê ye ku mijarên herî hestiyar li xwe digre.

“Donald Trump” tevî îşare bi êrîşa dawî ya Îsraîl bo ser Hûsiyan, ragihand ku hûsiyên Yeçenê bi wê ragihandine, êdî naxwazin digel Îsraîlê şer bikin û dê hemû êrîşên xwe bo ser gemiyên ticarî bi tevavî bidin sekinandin”, heta niha Hûsiyên Yemenê li vê derheqê de ti zanyarî an daxuyaniyek belav nekirine.

Ji aliyê din ve “Steve Witkoff” şêwirmend û nûnerê Donald Trump li Rojhilata Navîn li roja Duşemî 15ê Banemera 1404 a Rojî li rêûresma 77emîn salvegera serbixwebûna Îsraîl de li balyozxaneya Îsraîl li bajarê “Washington”ê de ragihand ku li demeke nêz de, peymana Îbrahîm dê berfirehtir bibe û daxuyaniyên li vê derheqê de dê belav bibin, navbirî ti zanyaruyeke zêdetir neda.