
Hindistanê ragihandiye ku êrîş kiriye ser binkeyê dijberên xwe li devera Camo û Kişmîrê û Pakistanê ji çendîn balafir û dironên Hindistanê xistine xwarê û gotine ku dê bersiveke tund bidin.
Hindistanê li roja Sêşemî 16ê Banemerê, operasiyoneke esmanî ya li jêr navê “Sîndor” li nava axa Pakistanê û deverên jêr kontrola Pakistanê li devera “Camo û Kişmîr”ê de bi ser dijberên xwe ku bi terorîst binav kiriye, encam daye.
Herwisa Hindistanê ragihandiye ku li bersiva kuştina bi kom a li Kişmîrê, 9 cih li pakisytanê de bi 3 êrîşîn mûşekî û 24 êrîşên esmanî li 6 deverên Pakistanê de kirine armanc û armanca wan binkeyên serbazî û xelkê medenî yên Pakistanê nîne.
Ji aliyê din ve Pakistanê ragihand ku li vê êrîşa Hindistanê de 5 firokeyên şerker û dironeke Hindistanê xistine xwarê û dê bi micidî bersiva vê êrîşa Hindistanê bidin.
Herwisa Pakistanê ragihandiye ku li vê êrîşê de zêdetir ji 26 kes hatine kuştin û 46 kes jî birîndar bûne û 2 kes jî bêserûşûn in ku jin û zarok jî li nav wan kuştî û birîndaran de hene.
Pêştir Hindistanê kuştina bi kom a 26 geştiyarên Hindî li devera “Pahilgam”ê li Camo û Kişmîrê de xistibû stuyê Pakistanê, lê Pakistanê jî ew idiaya Hindistanê bi tevavî, red kiriye.
Alozî û şerê li navbera Hindistan û Pakistanê ku çekên navkî hene, metirsiyek mezin e li deverê de.