Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sala 1401 de, 90 hezar dosye bo xwenîşanderan çê kir

11:35 - 8 Gulan 2025

Serokê dezgeha dad a rêjîmê îtiraf kir ku li xwenîşandana sala 1401 a rojî de zêdetir ji 90 hezar dosye bo xwenîşanderan çê kirine, ev gotina wî deshilatdarê rêjîmê bi awayekê berfirehiya cinayet û tawankariyên rêjîma Îranê li hember xwenîşanderên aşitîxwaz li şoreşa Jînayê, dide xuya.

Serokê dezgeha dad a rêjîmê “xulamhusêyn muhsinî êjêyî” yê cinayetkar, li roja Sêşemî 16ê Banemerê li civînekê de îtiraf kir ku li sala 1401 a Rojî de zêdetir ji 90 hezar dosye bo xwenîşanderên şoreşa Jînayê hatine çêkirin,wî cinayetkarî ti îşareyek bi amara dosyên salên din nekir.

Axaftinên wî cinayetkarê rêjîmê li halekê de ye ku piraniya xwenîşanderan, qata ciwan a civakê bi taybet, xwendekar û xwendevan û herwisa mamsota bûn û rêjeya herî zêde ya şehîdên vê tevgerê, qata ciwan a civakê û piranî xwendekar an xwendevan bûn.

Li şoreşa Jînayê de rêjîmê tevî şehîdkirin, birîndarkirin, kuştina li jêr îşkenceyan, bidarvekirin û bêserşûnkirina bi zorê û kuştina ciwanan li jêr navê xwekujî, dehan hezar kes jî binçavkirin ku qedera beşek ji wan hêj rohn nebûye û hejmarek jî bêserûşûn in.

Îtirafkirina wî cinayetkarê rêjîmê li halekê de ye ku li salên 1402 û 1403ê de jî hejmareke zêde ji xelkê li berdewamiya şoreşa Jînayê de hatine girtin an kuştin an birîndarkirin an bêserşûnkirin ku amara vê hêj bi searstî nehatiye zanîn.