Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara li derheq bidarvekirina xelkê Belûç li Îranê, cinayet bi dijî mirovahiyê

11:38 - 8 Gulan 2025

Pêka amarera belavbûyî ji aliyê Kempêyna Mafê Mirovî li Belûçistanê, rêjîma Îranê li 26 rojên derbasbûyî, de zêdetir ji 38 hevwelatiyên Belûç li girtîgehên xwe li Îranê de bidar vekirine û li sala 1403 de jî zêdetir ji 111 kesên Belûç bidar vekirin.

Roja Sêşemî 16ê Banermerê, Kempêyna Mafê Mirov li Belûçistanê, amarek li derheq bidarvekirina xelkê Belûç li Îranê belav kir û pêka amara vê kempêynê, rêjîma Îranê li 26 rojên derbasbûyî, de zêdetir ji 38 hevwelatiyên Belûç li girtîgehên rêjîmê li bajarên Îranê de bidar vekirine ku nav û sedema sepandina sizaya bidarvekirin û cihê bidarvekirina wan girtiyan bi hûrî, tomar û belav kiriye.

Pêka vê amarê ji wan 38 kesan, 4 kes ên ku bi tohmetên siyasî sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin ên bi navên “Ebduhekîm Gurgîc, Ebdulrehman Gurgîc û Tacmihemed Xurmalî” li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê, bi awayê nihênî û bê agehdarbûna malbat û hevdîtin digel wan, hatine bidarvekirin û herwisa “Rostem Zêneddînî” naskirî bi “Hacî Gul” jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, hatiye bidarvekirin.

Herwisa 34 girtiyên din jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber an kuştina bizanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li wan 26 rojan de hatine bidarvekirin.

Herwisa vê kempêynê daye zanîn ku rêjîma Îranê li sala derbasbûyî de zêdetir ji 111 hevwelatiyên Belûç li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine.