Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorekî Amerîka pêşniyar bi Îsraîlê kiriye ku êrîşeke giran bike ser rêjîma Îranê

11:44 - 8 Gulan 2025

Lindsî Graham, Senatorê payebilind ê Komarîxwaze Amerîkayê rû bi Îsraîlê got ku dema vê hatiye ku Îsraîl derbeke giran li rêjîma Îranê bide û bê alîkariya rêjîma Îranê, Hûsiyên Yemenê şiyana êrîşkirinê, nînin.

Roja Çarşemî 17ê Banemerê, “Lindsey Graham”, Senatorê payebilnd ê Komarîxwazê Amerîkayê, bi belavkirina peyamekê li tora Civakiya “X” de daxwaz ji Îsraîlê kir ku dema vê hatiye derbeke gelek giran li rêjîma Îranê bide û bê alîkariya rêjîma Îranê, Hûsiyan şiyana êrîşkirin bo ser Amerîka, gemîraniya navnetewî û Îsraîlê nînin.

Navbirî li vê  peyama xwe de rû bi Îsraîlê nivîsandiye: “Ez dibêjime dostên xwe li Îsraîlê de ku bo parastina esmanî û xelkê xwe, her karek hewce ye bikin, dema vê hatiye ku derbeke gelik giran rêjîma Îrabê bê xistin û nehiştina rêjîma Îranê li meydana ticareta neftê, karek zehmet nîne”.

Peyama “Lindsey Graham” li rewşekê de belav bûye ku roja pêştir, Donald Trump ê serkomarê Amerîkayê gotibû ku Hûsiyên Yemenê teslêmê Amerîkayê bûne û bi Amrêkayê ragiahndine ku êdî ti êrîşekê nakne ser Îsraîl û gemiyan û Amerîka jî dî êrîşên xwe bo ser Hûsiyan rabigre.