
Hêzên hov ên itlaata rêjîmê li bajarê Şinoyê, êrîş kirne ser malên 3 ciwanên wî bajarî bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî ev binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastin.
Pêka raporên belavbûyî, Roja Çarşemî 17ê Banemera 1404 a Rojî, hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li berdewamiya binçavkirinên xoseraneya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, 3 ciwanên bajarê Şinoyê yên bi navên “Omîd Îbrahîmî, Yasir Şerîfiyan û Reşîd Feqêzade”, bê hebûna ti belgeyeke yasayî li wî bajarê de binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Tora Mafên Mirovî li Kurdistanê, li vê derheqê de ragihandiye ku, hêzên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî êrîşkirine ser mala wan welatiyan û, ew welatî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.
Herwisa li vê rojê de “Mîlad Nasirî”, yê temen 17 salî yê xelkê gundê “Kanî Reş”ê ser bi bajarê Bokanê, ku ji aliyê rêjîmê ve salek û 6 heyv bi ser de hatibû sepandin, piştî gazîkirin bo dadgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Bokanê, hate veguhastin.