
Serkomarê Firansê ragihand ku ew cehdê dikin bo azadkirina 2 barimteyên li destê rêjîma Îranê û wezîrê Derve yê Firansê jî bi tekezî ragihand ku em teslîmê siyaseta barimtegirtinên rêjîma Îranê nabin.
Roja Çarşemî 17ê Banemra 1404 a Rojî, Emanoêl Makron, Serkomarê Firansê, li sêyemîn salvegera bi barîmtegirtina “Sîsîl Kûlêr” û hevjînê wê “Jak Parîs” ji aliyê rêjîma Îranê ragihand: “ Ez hewlên xwe bo azadkirina 2 barimteyên li destê rêjîma Îranê didomînim û malbatên wan barimteyan xatircem dikim ku dewleta Firansê bi awayê berdewam piştevanê wan e û wan bi tenê nahêle”.
“Jan Noêl Baro”, Wezîrê Derve yê Firansê li vê derheqê de ragihand: “ew 2 barimteyên Firansewî li reşçalên rêjîma Îranê de li rewşekê de dijîn ku her wek îşkencekirinê ye û ew yek ji rêjîma Îranê nayê qebûlkirin”.
Navbirî bi tekezî ragihand ku ew 2 welatiyên Firansî, qurbaniyê siyaseta bi barmite girtin û li hember de bac istandina rêjîma Îranê û zordarî û bêdadiya vê rêjîmê ne.
Navbirî tevî daxwazkirina Dûbare ji xelkê Firansê ku ji serdana bo Îranê xwe biparêzin, barimtegirtina wan kesên Firansewî şermezar kir û ragihand: “Firanse teslîmê siyaseta barimtegirtinên rêjîma Îranê nabe û bi awayekî bi hêz hewlên xwe bo azadkirina wan barimteyan berdfewam dike”.