Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump tekezî li ser nemana bernameya navkî ya rêjîma Îranê dike

11:53 - 8 Gulan 2025

Serkomarê Amerîka tevî tekezî li ser axaftinên xwe yên berê li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê, careke din dubare kir ku nabe ti alaveke santrifiyûjê li Îranê de hebe.

Serkomarê Amerîkayê li roja Çarşemî, ragihand ku Amerîka li pey teqandina alavên santrîfiyûj ên navkî yên rêjîma Îranê ye û rêjîma Îranê bi tenê 2 bijarde hene, an bi aşitîxwazane ew jinav herin an em bi zorê ji nav bibin”.

Herwisa Donald Trump got: ez dixwazim lihevkirineke rastîxwazane ku rastiya vê hatibe selimandin digel rêjîma Îranê bikim em daxwaza rastiya tevav dikin û me şiyana vê yekê jî heye”.

Herwisa li vê derheqê de “Cêyms Dêyvîd Wens” ê Cihgirê Serkomarê Amerîkayê bi rohnî ragihand: “Îrana navkî hêla sor a Amerîkayê ye, em li pêvajoyeke serast de bi pêş diçin, rêjîma Îranê dikare bo armancên medenî Uraniyomê bi kar bîne lê nabe ti sîstemeke meyandina Uraniyomê hebe.

Amerîkayê pêştir jî ragihandibû ku nabe rêjîma Îranê bi ti awayek bernameya meyandina Uraniyomê hebe û divê Uraniyoma hewce bi armancên wek pizîşkî û şewatê bo berhemanîna berqê, ji derve dabîn bike.