Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 girtiyên Kurd bidar vekirin

11:55 - 8 Gulan 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, 2 welatiyên Kurd û hevwelatiyekî xelkê bajarê Têhranê ji aliyê rêjîma Îranê ve li girtîgehên “Zencan û Kerec”ê de hatne bidarvekirin.

Pêka rapora Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 17ê Banemerê, girtiyekî Kurd ê bi navê “Rûhullah Muradiyanî”, xelkê bajarê Kûhdeştê ser bi parêzgeha Luristanê ku 5 salan berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û herwisa hevwelatiyekî din ê xelkê bajarê Têhranê yê bi navê Mazyar Kerîmî bi tohmeta kuştina bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa giriyekî Kurd ê bi navê “Hesen Mîrzayî”, xelkê bajarê Kengawerê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku 4 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibûn sepandin li sibêdeha roja Yekşemî 14ê Banemerê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de hate bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirina wan girtiyan belav nekiriye.

Sepandina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina vê sizayê, ji aliyê rêjîma Îranê ve wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê “Kurd û Belûç”, bi kar tîne.