Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rastiyên teqîna li Bender Ebasê diweşêre

11:28 - 1 Gulan 2025

Saziya Lêbihorîna Navnetewî, ragihandiye ku rêjîma Îranê astengiyên tund bo ragihandinên navxweyî li belavkrina sedemên bingehîn ên teqîna li wêzgeha Recayê çê kirine.

Roja Çarşemî 10ê Banemera 1404 a Rojî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku rêjîma Îranê li perdepoşkirina rastiyên teqîna li wêzgeha Recayî li bajarê Bender Ebasê tawanbar e û rêjîma Îranê astengiyên tund bo ragihandinên navxweyî li belavkrina sedemên bingehîn ên vê teqînê, çê kirine.

Herwisa vê saziyê, rêjîma Îranê li tepeserkirina tund a ragihandinan bi tawanbar binav kiriye û daye zanîn ku rêjîma Îranl îdia kiriye ku hejmarek ji ragihandinan û bikarhênerên torên civakî, zanyariyên nerast belav kirine û li dadgehan de bo wan dosye çê kirine ku wan siza bikin, ev jî di demekê de ye ku wan ragihandinan tenê rastî belav kirine û ev jî bi dilê rêjîmê nîne.

Li beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku civaka cîhanî dibe wan kiryarên tepeserkaranye qirêje rêjîmê şermezar bikin û ji wan bixwazin ku gefxwarin, tirsandin û ketina li pey rojnamevanan bi sedema çalakiyên wan, bidin sekinandin.

Herwisa vê saziyê, sansorkirina ragihandinan, bi hewla rêkxistinkirî ya rêjîma Îranê bo weşartina rastiyan ji raya giştî, binav kiriye.