Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna bê bername û demdirêj, jiyan û karê xelkê li Îranê tûşî pirsgirêkan kiriye

11:58 - 8 Gulan 2025

Bi sedema qutbûna bê bername û lipeyhev, karên ticarî, pîşeyî û jiyana asayî ya rojaneya xelkê jî tûşî pirsgirêkan kiriye.

Bi sedema qutbûna bê bername û lipeyhev a berqê, nanxane li çendîn bajarên Îranê rastî xisarên malî hatine û hewirên wan ji nav çone û xelkê ji bi sedema nebûna nan li naxaneyan de rastî pirsgirêkan hatine, ku bi taybet li bajarê Urmiyê û çendîn bajartên din de nerizayetiya xwediyê nanxaneyan û herwisa xelkê li pey xwe aniye.

Ji aliyê din ve bi sedema qutbûna berqê li çendîn cihan de çirayên trafîkî li nav bajaran de bê berq mane û trafîkek zêde û pirsgirêka hatinûçonê bo xelkê çê bûye ku nerizayetiya ajotvan û herwisa xelkê li pey xwe aniye.

Herwisa li bajarê Bêhbehanê de qutbûna berq û avê xelk kêşande ser şeqaman û xwenîşandaneke nirizayetiyê lidar xistine ku rastî tundûtîjiya hêzên ewlehî hatine.

Rêjîma tevê hemû îdiayên xwe itiraf bi kêmbûna berqê dike lê bo çewtekarî idia dike ku bi tenê 2 demirêran dê berq qut bibin, lê xelkê jî ragihandiye ku li hinek cihan de heta 14 demjimêran berq qut dibe.

Bi sedema qutbûna lipeyhev a berqê, alavên berqî yên xelkê dişewitin û li hinek malan de jî bi vê sedemê agirpêketin qewimîne.