Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina xoserane ya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

12:07 - 10 Gulan 2025

Li berdewamiya binçavkirinên xoseraneya welatiyên Kurd ji aliyê dezgehên ewlehî yên rêjîma Îranê, “Ejder Pîrî Sarmanlo” ê xelkê bajarê Çaldiranê û Elî Danişî xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Înê 19ê Banemerê, ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Elî Danişî”, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîêmê li wî bajarî de bi awayekî tundûtîj û bê belgetya yasayî hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin û heta belavbûna vê nûçê sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Navbirî li sala 1403 de jî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve, li êrîşkirina neyasayî û xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wî de hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînanê bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin û piştre bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Herwisa “Ejder Pîrî Sarmanlo”, yê rojnamewan û birêveberê heyvnameya navnetewî ya “Pejûhêşê Milel” ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve salek sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, piştî gazîkirin bo dadgehê, hate girtin û bo cîbicîkirina sizaya sepandî, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, hate veguhastin.

Navbirî li 30ê Rezbera 1403 a Rojî de ji aliyê hêzên iîtilaata rêjîmê li bajarê Kerecê, hatibû binçavkirin û bi tohmeta “propagande li dijî rêjîmê”, salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Navbirî xelkê bajarê Çalidiranê ser bi parêzgeha Urmiyê û rûniştiyê bajarê Kerecê ye.