
Partiya Kirêkarên Kurdistanê roja înê ragihand ku li 12 emîn kongireya xwe de hin biryarên girîng bi taybet li derheq pirosa aştiyê û pêşniyara berêz Ebdula Ocelanê Serokê wê partiyê hin biryarên girîng dane.
PKK ê ragihand ku di demekî zû de bi belavkirina daxûyaniyekê dê raya giştî ji wan biryaran agehdar bike.
PKKê ragihand, Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de bi rengekî serkeftî hate lidarxistin. Da zanîn jî, biryarên hatin wergirtin wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
“Kongreya 12ê a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin.
kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de pêşniyarên Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwendin û nirxandin. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.”