
Dora çarem a danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li roja Yekşemî 21ê Banemerê dê li welatê Ummanê de bi rê ve here û hekî ew jî bê encam bimîne danûstandin pêka gotina Amerîka dê bi dawî bê û rêkara din dê bê cîbicîkirin.
Danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li roja Yekşemî 21ê Banemerê dê li welatê Ummanê de bi rê ve here û “Stîvin Wîtkaf” ê Nûnerê taybet ê Donald Trump li Rojhilata Navên de bi tekezî gotiye ku hewce ye li vê rojê de danûstandin bigihîje encamê neku qonaxa danûstamndin dê bê sekinand û Amerîka dê rêkara din hilbijêre.
Herwisa Stîvin Wîtkaf ragihandiye ku divê bi lezgînî rêjîma Îranê meyandina Uraniymê bi temamî bisekinîne û Uraniyoma meyandî bo derveyî Îranê veguhaze, meyandin bi tevavî dibe bisekine û navendên navkî yên “Netenz, Fordo û Îsfehan”ê bi tevavî bêne hilveşandin.
Herwisa navbirî huşdarî da berpirsên rêjîma Îranê ku nabe bi kiryareke şaş îradeya Donal Trump biceribînin û rêjîma Îranê ti rêyek bilî erêkirina mercên Amerîkayê bo nehiştina bernameya navkî, nîne.
Rêjîma Îranê li ser durêyana teslîmbûn an şer digel Amerîkayê maye.