
Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li demjimêrên şevê de êrîşkirine ser mala 2 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê û deriyên wan şikandin û tevahiya kincên kurdî yên wan dest bi ser de girtin.
Li demjimêrên destpêkiya roja Înê 19ê Banemerê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser malên 2 welatiyên wî bajarî yên bi navên “Kawe Salik û Luqman Salik” û piştî şikandina deriyê malên wan welatiyan, bi tundûtîjiyê ve tevahiya kincên Kurdî, mobayl, kartên bankî û belgeyên nasnemeyên wan, dest bi ser de girtin û digel xwe birine lê ew 2 welatî nehatine binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, piştî birêveçona rêûresma dawetekê li bajarê Mihabadê, hêzên îtilaata rêjîmê tevî gefxwarinên bi rêya têlêfonê li dehan welatiyên ku li vê rêûresmê de bi kincên Kurdî yên xakî beşdarkiribûn, welatiyek ê bi navê “Samrend Wucîdî” jî binçavkirin.
Binçavkirinên xoserane û êrîşkirinên neyasayî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam in û her carê, çendîn welatiyên Kurd bi hêcetên wek lixwekirina kincên Kurdî an sedemên nexuya, binçav dikin ku li îşkencegehên rêjîmê de rastî, dijwartirîn îşkenceyên hovane tên û xuya nîne ku rêjîm bi çi tohmetekê, li dadgehên şanoyî de sizayê bi ser wan de bisepîne.