
Malpera “Way Nêt” belav kiriye ku Îsraîlê dê êrîşên xwe bo ser Hûsiyan dê berdewam be û bilî vê yekê Artêşa Îsraîlê mijûlê lêkolîn bo ser çendîn armancên e ku li dema êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê de wan bike armanc.
Pêka nûçeyeke belavbûyî li malpera Îsraîlê ya “ynetnews”(Way Nêt News), berpirsekî Îsraîlê ragihandiye ku lihevkirina li navbera Amerîka û Hûsiyên Yemenê ti pêwendiyek bi Îsraîlê ve nîne û Îrsaîl êrîşên xwe bo ser Hûsuyên Yemenê dê berdewam bike û li rojên bê de ew êrîş dê berfirehtir û dijwartir bibin û cihê avêtina mûşekan û enbarên wan, jêrxanên wan û her bajarê û wezgeheke deryayî yên mayî, dê bibe armanca êrîşên giran ên Îsraîl.
Herwisa vê malperê belav kiriye ku Artêşa Îsraîlê mijûê lêkolîn bo ser çendîn armancên li navxwyê Îranê de ye ku li dema êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê, wan bike armanc û ji nav bibe.
Pêka nûçeya vê malperê ku ji zimanê berpirsekî Îsraîlê ve nivîsandiye, Îsraîlê pêştir jî ragihandibû ku Hûsiyên Yemenê bê alîkariya rêjîma Îranê şiyana ti êrîşkirinekê bo ser Amerîka, Îsraîl û gemiyan, nîne lê li bersiva êrîşa mûşekî ya Hûsiyan bo ser firokexaneya Bên Goryon li bajarê Têlavîvê, dê rêjîma Îranê bike armanc û rêjîma Îranê dê nirxa vê êrîşa Hûsuyan bi gelek giranî bide û nikare xwe bi hêsanî ji vê nirxdanê rizgar bike.