Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 kesên malbatekê û 2 kesên din, li bajarê Kûhdeşê canê xwe ji dest dan

12:25 - 10 Gulan 2025

Li bûyereke trajîk de 8 kesên malbatekê bo rizgarirîna zarokekî ku kevtibû nav bîra werzêriye û bi sedema gaza li nav bîrê de, canê xwe ji dest dabû, rastî qedereke hewşêwe hatin û canê xwe ji dest dan.

Li gundê “Besat Bêygî”yê ser bi devera Kûhnanî ya bajarê Kûhdeştê li parêzgeha Luristanê piştî kevtina zarokekî li nav bîra werzêriyê ku tejî gaz bibû, 7 kesên malbatekê  ku bi armanca rizgarkirina wî yêk bi dû yêkê de ku çobûne nav vê bîrê, rastî qedereke hewşêwe hatin û canê xwe ji dest dan.

Pêka raporan, li destpêkê de zarokek kevtibû nav vê bîrê ku 50 metran kûr e û bavê vê zarokê çoye nav bîrê ku zaroka xwe rizgar bike lê ew jî bi sedema gazê fetisiye û birayên wî li pey hev bo rizgarkirina wan çone nav kûrahiya vê bîrê ku wan jî canê xwe ji dest daye û kesên din ên malbatê jî li pey wan çone ku bi tevahî bi sedema gaza li nav bîrê, canê xwe ji dest dane

navê wan 8 kesên canjidestdayî en in: “Tûrec Muradî, Îrec Muradî, Yûsif Muradî, Sasan Muradî, Îrec Kazmiyan, Yûnis Melekî, Yûsif Melekî û Fethullah Baqirî”.