Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fox Newsê ragihand ku rêjîma Îranê navendên navkî yên veşartî hene

12:27 - 10 Gulan 2025

Fox Newsê daye zanîn ku rêjîma Îranê navendeke neragihandî li parêzgeha Simnanê de heye ku zêdetir ji 10 sale li jêr navê şirketa berhemên kîmiyayî, bi awayekî nihênî û perdepoşkirî, madeya “Trîtiyom” berhem tîne ku li çekên navkî de bi kar tê.

Pêka raporeke belavbûyî ya, “Fox News”ê, rêjîma Îranê damezraveyek bi berpaniya 2 hezar û 500 Hiktarî ku bi kod navê “sayta rengînkeman” li ser daniye, zêdetir ji 10 sal e, li jêr navê şikreka berhemanîna madên kîmiyayî “ ya bi navê “Dîba Ênerjiyê Sîba”, bi nihênî madeya Trîtiyom” berhem tîne.

Eşkerebûna vê navenda navkî ya rêjîmê û berhemanîna Trîtiyom bi nihênî, ku madeyeke gelek hestiyar a navkî ye, hemû îdiayên rêjîmê bo aşitîxwazanebûna bernameya navkî, biriye jêr pirsyarê û egera vê heye ev mijar, danûstandinên Amerîka digel rêjîmê aloztir bike.

Pêka raporan li roja Yekşemî, bi tenê berpirsên payebilind ên wan danûstandinan dê beşdar bin û lêkolerên teknînî beşdarê vê danûstandinê nabin.