
Li berdewamiya şerê li navbera Hindistan û Pakistanê, binbkeyên serbazî yên her du aliyan bûne armancên mûşekan û Pakistanê bi awayê demkî, esmanê xwe bo firînê daxist.
Artêşa Hindistan û Artêşa Pakistanê, binkeyên serbaziyên hev mûşekbaran kirin û saziya esmanî ya Pakistanê ragihandiye ku bi sedema êrîşên esmanî yên Hindistanê, esmanê xwe bi awayê demkî, daxistiye û herwisa Artêşa Pakistanê ragihand ku li rewşa şer digel Hindistanê de ne.
Pêka raporê Reutersê, dengê 3 teqînan li binkeya esmanî li bajarê Keraçî li Pakistanê de hatine bihîstin û Pakistanê jî ragihandiye ku Hindistanê ji devera Adampûr, 6 mûşekên balistîkî avêtine Pakistanê ku yek ji wan mûşekan li devera Adampûr û 5 mûşekên din li devera Amrîtsar a Pencabê li Hindistanê de kevtine xwarê.
Herwisa çendîn teqîn li bajarên Amrîtsar û Camo li Hindistanê de hatine bihîstin û pêka raporên belavbûyî, 4 binkeyên serbazî yên Hindistanê û bineyeke mûşekiya Hindistanê, bûne armanca êrîşên Pakistanê.
Hindistanê bilî êrîşa mûşekî, balafirên şerker jî li êrîşkinê de bi kar anîne.
Girûpa G7 daxwaz ji Pakistan û Hindistanê kirine ku xwe ji berfirehtirkirina şer biparêzin û şer bidin sekinandin û bi rêya danûstanmdinê pirsgirêkên xwe çareser bikin.