Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dê nirxa piştevanîkirin li Hûsiyên bide

11:30 - 1 Gulan 2025

Li devedevê danûstandina dora çarem a danûstasndinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê ragihand ku rêjîma Îranê dê bihaya piştevanîkirin li Hûsiyan, bide.

Pît Heksêt, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê hûşdarî da ku rêjîma Îranê li egera berdewambûna alîkaridan bi Hûsiyên Yemenê, dê tawana vê alîkariyê bide, ew yeka li halekê de ye ku Donal Trump pêştir ragihandibû ku her gulleyk ji aliyê Hûsiyan ve bê avêtin, dê li ser rêberê rêjîmê ve bê hesibandin ku dihavêje.

Herwisa navbirî li peyama xwe ku li tora civakiya “X” de belavkiriye, rû bi rêjîma Îranê gotiye: “Em dizanin hûn çi dikin û hûn bi başî dizanin ku Amerîkayê çi şiyanek heye û hûşdarî bi ve hatiye dan, nirxa vê alîkaridana bi Hûsiyên li dem û cihekê ku em hildibjêrin hûn dê bidin”.

Huşdarîdana tund a Wezêrê Beravaniya Amerîkayê li halekê de ye ku her rojê çendîn êrîşên giran bi ser Hûsiyên Yemenê de têne kirin û cebilxane û enbarên şewat, diron û mûşekên Hûsiyan ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine dabînkirin, têne teqandin.