
Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê, bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê teqe li kolberekî xelkê wî bajarê Kirin ku li encamê de ew kolberî, bi derba gullên hêzên çekdare rêjîmê ve hate kuştin.
Pêka rapora “Çaw News”ê sibêdeha roja Şemî 20ê Banemera 1404 a Rojî, hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Dûpilûre”yê ser bi bajarê Merîwanê, bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê teqe li kolberekî xelkê gundê “Gogçe”yê ser bi bajarê Merîwanê Kirin ku li encamê de vê kolberek ê bi navê “Arman Rayzen”, canê xwe ji dest daye.
Pêka vê raporê, hêzên sînorî yên rêjîmê, li devera sînoriya “Dûpilûre”yê de teqe ji komek kolberan kirine ku di encamê de kolberek bi navê “Arman Rayzen”, temen 32 salî canê xwe ji dest daye.
Navbirî bavê 2 razokan bûye ku bo peydakirina nanekî helal, bi neçarî, mijûlê karê Kolberiyê bûye.
Termê wî kolberî bo nexweşxaneya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.