Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindistan û Pakistanê şer li navbera xwe de sekinandin

12:11 - 11 Gulan 2025

Serkomarê Amerîkayê ragihgand ku Hindistan û Pakistan bo agirbesteke lezgîn û hertîmî lihev kirine, herwisa wan welatan jî agirbest ragihandine.

“Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê îro Yekşemî 21ê Banmera 1404 a Rojî, bi belavkirina peyamekê, li tora civakiya “X”,  daye zanîn ku Hindistan û Pakistan bo agirbesteke lezgîn û hertîmî, lihev kirine û navbirî pîrozbahî li wan 2 welatan kiriye ku ew biryara girîng dane.

Ragihandina vê biryarê ji aliyê serkomarê Amerîka û herwisa berpirsên wan 2 welatan, giringiyek taybet heye, ew jî bi sedema vê yekê ye ku hem Hindistan û Hem Pakistan, xwediyê çekên navkî ne û bi berçavgirtina pêşîneya dijayetî û dijheviyên tund ên li navbera wan du welatan de, agirbesta lezgîn û hertimî, biryark gelek girîn e.

Pêka hinek raporên belavbûyî, piştî agirbesta li navbera Hindistan û Pakistanê, hinek aloziyên din ên bi rêya diron û mûşek û topxaneyan hatine kirin ku dîsan her du aliyan hev tohmetbar bi binpêkirina agirbestê kirine.

Zanyariyên zêdetir û Hûrdekariyên vê agirbesta girîng a li navbera Hindistan û Pakistanê, hêj nehatiye zanîn.