
Hêzên ewlehî û serbaziyên rêjîma Îranê li gundê qiraxaviya “Kulahî” ser bi bajarê Mînabê, bi awayekî hovane êrîş kirine ser xelkê wî gundê qiraxavî û xisarekî mezin gihandine xelkê.
Roja Şemî 21ê Banemmerê, dehan kes ji hêzên ewlehî û serbazî yên rêjîma Îranê li gundê qiraxaviyê “Kulahî” ser bi devera “Tiyab” a bajarê Mînabê, bi awayekî hovane êrîş kirine ser wî gundî û tevî bêrêzîkirin bi xelkê, şewat û sixteniya wan masîgiran li wî gundî de şewitandin û herwisa navmalên xelkê jî têk dane û hinek tiştên wan jî dizîne.
Herwisa wan hêzan bi awayekî hovane êrîş kirine ser mizgevta wî gundî û deriyê vê mizgevtê şikandine û bi zorê çone nav mizgevtê û bo zêdekirina dijayetî li navbera Sunnî û Şîeyan, duaya “zuhûra Îmam Zeman” li bilendgoya mizgevtê de belav kirine ku berteka mamostayên olî yên Sûnnî û herwisa kerb û kîna xelkê wî gundî û derdor û nawçên Belûçan, li pey xwe aniye.
Li vê derheqê de Mamostayên Olî û pêşnimêjên Sûnniyan li bajarên “Cask, Sîrîk û Mînab”ê de daxuyaniyek bo şermezarkirina vê kiryara hovane û dûr ji mirovahiya rêjîmê belav kirin.