
Wezîrê Derve yê Îraqê ragihand ku Bexda Naxwaze şer li deverê de zêdetir bibe û xwe ji şer bi dûr digre lê gefa destpêkirina kiryarên DAÎŞê li Îraqê de heye.
Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Îraqê li hevpeyvîn digel “Sky News”ê de ragihand ku DAÎŞ li hewla bidestveanîna çekan û zivîrîn bi rojên desthilata xwe dike û hewla dariştina pîlan bo êrîşkirin bi ser girtîgehên taybet bi DAÎŞiyan li Sûriyê de dide, axaftinên “Fuad Husên li halekê de ye ku 2 rojan berî niha li Rojavayê Kurdistanê paşmaweyên DAÎŞê êrîşeke berfireh kirne ser hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku bi îradeya wan hêzan ew êrîş hate şikandin.
Egera vê yekê heye ku rêjîma Îranê bo alozkirina deverê û dûrxistina şer ji sînorên Îranê, DAÎŞê wek derfetek bi kar bîne, û hêzên Kurdî yên 4 aliyên Kurdistanê ku li eniya dijeterorê de ne renge careke din mijûlê şer digel DAÎŞê bêne kirin.
Wezîrê Derve yê Îraqê tevî îşarekirin bi girîngiya danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de ragihand ku hekî wan danûstandinan ti encamek nebe, egera destpêkirina şer gelek zêde ye.
Rêjîma Îranê li çêkirin û bikaranîna girûpa tirorîstiye DAÎŞê de dest û rol hebû ji bona tevdaniya aramiya nawçê, lewra şika hindê heye ku carekî din milîs û terorîstên girêdayî bi xwe li jêr nav û bergê DAÎŞê de bikar bîne.