
Partiya Kedkarên Kurdistanê “PKK” bi belavkirina daxuyaniyekê, bi fermî çekdanîn û hilveşandina xwe ragihand û dawî bi şerê çekdarî digel Tirkiyê anî.
Îro Duşemî 12ê Gulana 2025 an a Zayînî, Partiya Kedkarên Kurdistanê (PKK) bi belavkirina daxuyaniyekê, encama 12ehmîn Kongoireya xwe ragihand ku li navbera 5 heta 7ê Gulanê li jêr rohnkirin û banghêjiya “Ebdullah Ocelan”, rêberê zîndanîkirî yê PKK, bi rê ve ço.
Pêka vê daxuyaniyê, rêberatiya PKK, biryara xwehilveşandin, çekdanîn û dawîanîn bi şerê çekdariya partiya xwe digel Tirkiyê daye.
PKK ê di daxûyaniya xwe de ragihand ku xwe hilweşan û dev ji çekê berda û dawî bi şerê bi dijî Turkiyê anî, û herwisa ragihand: Gelê me bila bi hişmendî ve ji pirosa aştiyê xwedî derkeve.
PKKê ragihand ku biryara çek danînê û xwe hilweşandinê li ser rênimay û daxwaza Ocelan bûye û cîbicîkirina wê jî dê li jêr serperestiya wî be.