Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 3 damezraveyên Hûsiyan û damezraveyeke rêjîma Îranê bombebaran kir

13:14 - 12 Gulan 2025

Li encama êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser 3 bajarên qiraxavî yên Yemenê, 3 navend û damezraveyên Hûsiyan û damezraveyek a spaha pasdaran a terorîst, hatine teqandin.

Pêka raporên belavbûyî  yên Îsraîlî, Artêşa Îsraîlê li roja Yekşemî 21ê Banemerê, bi 10 êrîşên esmanî bi ser bajarê qiraxaviya “Reis Îsa” û herwisa çendîn êrîşên esmaniyên din bo ser bajarên qiraxaviyên “Hodeyde û El-Selîf”, 3 navend û damezraveyên Hûsiyan û herwisa firokexaneya Hodeyde, bûne armanca êrîşên giran ên esmanî û xisareke gelek zêde bi wan kevtiye.

Herwisa li wan êrîşên giran ên esmanî, damezraveyeke spaha pasdaran a terorîst jî bûye armanca wan êrîşan û hatiye teqandin, heta niha ti amarek ji kuştin an birîndarbûna terorîstên rêjîma Îranê li vê binkeyê, li ber dest nîne.

Berî wan êrîşan, Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaza derkevtin û dûrketina xelkê medenî ji wan bajarên qiraxavî kiribû.

Ji aliyê din ve “Awixay Edra`î”, Berdevkê Artêşa Îsraîl, ragihandibû ku milîsên Hûsî, wan 3 bajarên qiraxavî bo armancên xwe bi kar tînin.