
Li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa li Îranê de zêdetir ji 20 kombûnên nerizayteî ji aliyê malnişînkiriyan, kedkaran, ajotvanan, xwdiyên milk û erdê û bazariyan ve, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi rê ve çon.
Roja Dûşemî, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên “Kirmaşan, Sine, Merîwan, Îlam û Bîcar”ê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li rûberûyê bînaya îdareya musxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafên malnişînkirinê, çareserkirina pirsgirêk a bîmê, vekhevkirina hiqûqên xwe digel karmendên mijûlê kar, birêvebirina tevav ya sayasa 24 a karpêdan a sala 1389 û nûjenkirina şêwaza dabeşkirina xwarûbar û herwisa pêregihîştin bi rewşa xweşbijivîyê kirine.
Bazariyên bajarê Sinê jî roja pêştir, nerizayetiya xwe li hember qutbûna lipeyhev û bê bername û demdirêj a berqê dane xuya û ragihandine ku bi vê sedemê karê wan tê sekinandin û tûşî xisarê bûne.
Li bjarên din ên Îranê de jî, kedkarên pîşeyî yên neft û gaza dorgeya “Lawan”, karmendên tendirustiyê li zanîngeha pizîşkî li bajarê Tewrêzê, malnisînkiriyên şirketa “Îran Poplîn” li bajarê Reştê, hejmarek ji ajotvanên kamiyonan û hejmarek ji xwediyên milk û erd li bajarê Têhranê û ajotvan û xwdiyên kompirêsan li Gîlanê, kombûnên nerizayteî li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan, lidar xistin.