
Rêjîma Îranê zêdetir ji 9 girtiyan li girtîgehên xwe li bajarên “Zahidan, Erak, Îsfehan, Gurgan, Tewrêz Kerec”ê de bidar vekirine ku yek ji wan bidarvekiriyan jin bûye.
Roja 22ê Banemerê, “Mêhran Nesrî Zer” ê temen 30 salî xelkê bajarê Sinê ku 3 salan berî niha hatibû binçavkirin û “Koroş Celîlî” temen 27 salî , xelkê bajarê Kirmaşanê ku 3 sal berî niha, bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de bi awayê nihênî û bê agedarkirina malbat û parêzerên wan û herwisa bê hevdîtina dawî digel malbatê, hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de jinek a bi navê “Mehbûbe Xusronijad” û 2 girtiyên din ên bi navên “Fîrûz Elyarî û Sefa Qeredaşî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê û “Mehmûd Hucetzade” li girtîgeha bajarê Îsfehanê û “Celîl Ezîzî” li girtêgeha bajarê Erakê de hatine bidarvekirin.
Li roja Yêkşemî 21ê Banemerê jî, “Mihemedelî Mîrî” naskirî bi “Mîrbelûç Zêhî” û “Fireydûn Mihemedî” li girtîgeha bajarê Zahidanê û 2 girtîyen din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgehên “Şahrûd û Miyan”ê de hatiye bidarvekirin.
Ji destpêka heyva banemerê heta 22ê Banemerê, zêdetir ji 84 girtî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin.